BLOG

Bona Derbirina Aliyên Zayendîkirî ên Nakokiya Kurd Emilandina Lensên Edaleta Veguherîner

* Diese Seite existiert nur auf Kurdisch.*


werger: B.Öztunç

Di bloga yekem a vê rêzeblogê de[1], Çiçek, li Tirkiyeyê behsa seferberiya aktorên civaka sîvîl a li derdora aşitî û zayendê kir. Wî, bi îstîfadekirina ji lîteratûra aşitîçêkirinê, şiyana ku ev cure seferberî dihewîne rave kir. Di bloga duyem de, ez ê nîqaşê ji aşitîçêkirinê bibim ser edaleta guhêzî û nexasim li edaleta veguherîner bisekinim. Ez ê lê bigerim bê çawa lensên edaleta veguherîner dikarin di derbirina aliyên zayendîkirî ên nakokiya Kurd de alîkariyê bikin.

Edaleta guhêzî çi ye?

Beriya raveyên zêdetir li ser edaleta veguherîner, hêja ye bi kurtasî li edaleta guhêzî bê nêrîn. Edaleta guhêzî, ewilî wek bastûrên qanûnî dest pê kir, ku piştî dema dîktatoryayan di dawiya salên 1980yî û serê salên 1990î de li Emerîkaya Latîn bi sûîstîmalên rejîmên kevn re têdikoşiyan. Bi demê re, edaleta guhêzî, berê xwe da çarçoveyeka berfirehtir û dûr-dirêj, ku ji alavên cûrbicûr ên dadwerî û ne-dadwerî pêk dihat. Wek mînak, dozkirinên sûcbariyê, rastî-gotin, qerebû, reforma sazî û bîrewerî niha wek parçeyên esasî ên çerxa edaleta guhêzî tên hesibandin.[2] Têgeha ‘guhaztin’ê jî ber bi hawîrdora pişt-nakokiyê firehtir bû û, wek parçeyekî çarçoveya aşitîçêkirinê, di demên ji nakokiyê derbasbûna ber bi aşitiyê de bi berfirehî tê sepandin.[3] Rêxistin û siyasetmedarên navneteweyî, niha edaleta guhêzî wek parçeyekî bingehîn ê aşitîçêkirinê qebûl dikin.[4]

Edaleta veguherîner çi ye?

Edaleta veguherîner, qadeke lêpirsînê ye ku rojbiroj mezintir dibe û qada edaleta guhêzî jî berfirehtir dike. Ev, divêt ku sedemên bingehîn ên nakokiyê bên çareserkirin. Ew kes ên ku edaleta veguherîner wek ajendayeke nû teklîf dikin, di çareserkirina newekheviyên sazî de neserketina edaleta guhêzî rexne dikin û pêşanîkirina mafên civakî-aborî pêşniyaz dikin.[5] Ew, doz dikin ku edaleta veguherîner dikare bona zeftkirina arîşeyên sazî, civakî û aborî, ku bi zirarên din ên têkildarî nakokiyê ve paralel in û bi awayekî nerîtî behsa edaleta guhêzî dike, boçûneke jêhatîtir peyda bike.[6]

Zanyarên edaleta veguherîner, îşaretî rîska ku dibe boçûnên serobinkî, ên di bin pêşengiya elîtan de û ên kokliderve bi xwe re bînin jî dikin.[7] Li goreyî wan, heke elîtên polîtîk, bêyî qebûlkirina pêşkariya aktorên bingehîn, di pêvajoyên aşitiyê û edaleta guhêzî de serdest bin, têkiliyên hêzî dê mihtemelen neberhengarkirî bimînin.

Ev xal, pirr girîng e, lewre di şertûmercên nakokiyê de, bi gelemperî, siftê têkiliyên hêzî nakokiyê derdixin û berdewamiya nakokiyê jî têkiliyên hêzî herheyî dike.

Gready û Robins edaleta veguherîner wiha pênase dikin: “Guherîna veguherîner ku girîngiyê dide pêşkarî û çavkaniyên deverî, ji encamên pêşhizirkirî zêdetir pêşanîkirina pêvajoyê û hem li asta deverî hem jî li a gerdûnî li hember têkiliyên hêzî ên newekhev û hevbirr û saziyên newandinê derketin.”[8] Ev têkiliyên hêzî, di heman demê de zehf zayendîkirî ne jî. Heya li hember wan neyê derketin û ew neyên veguherîn, bandorên zayendî ên nakokiyê, dê di heyama pişt-nakokiyê de bêçareserî bimînin, herçi aşitiya neyînî çêbûbe jî.

Bi “aliyên zayendîkirî ên nakokiya Kurd” mebesta me çi ye?

Di nakokiya Kurd de destdirêjiyên herî sîstematîk ên li mafên mirovî, wek windakirin û bêwarkirinên bizorî, destdirêjiyên zayendîkirî ne. Windakirinên bizorî, tawanên zayendîkirî ne,[9] û ji sedî 97 rûdanên wiha de stembar mêr in.[10] Göksel di nav “pêvajoyên şer û koçberiya mecbûrî ên hevbirr” de doz dike ku, encamên pirr-qatî ên bêwarkirinên mecbûrî herî giran ji aliyê jinan ve tên tecrube kirin, ku, di pirraniya rûdanan de mêrên xwe, lawên xwe an birayên xwe, çi bi rêya kuştinên bêdadwerî çi bi rêya windakirinên bizorî û çi jî çiku ew kesan tevlî tevgera gerîlayî dibin, winda dikin.[11] Bi ser zehmetiyên ji ber windakirinan tên kişandin de, jin, gelek caran, di demên lêgerîna rastî û edaletê de bi berhengariyên demdirêj ve rûbirû dimînin.[12] Bi ser de, dema mêrek bi zorê tê windakirin, jina wî dikeve bin “him barê biryardayîna derbarê serûberkirinên nû ên malbatî û niştecihî him jî barê têkoşîna li hember zehmetiyên civakî û aborî re.”[13] Sewa têkiliyên bicihbûyî ên baviksalar di nav civakê de, karûbarên civakî û aborî ên malbatê ji aliyê mêran ve tên birêvebirin, ku jinan piştî windakirina mêrên wan di nav rewşeke hîn zehmettir de dihêle. Di hevgirêka nakokiya Kurd de, Kaya û Bozkurt barê zêdebûyi ên li ser jinên windayan wiha didin ber çavan:

Çiku Kurd in, çiku jin in, ew nikarin di asta xelkî de Kurdî biemilînin, ji ber rewşa şerî a li erdnîgariya ku lê dijîn, nikarin perwerdehiyekê jî werbigirin, çiku ji ber heman sedeman kêmasiya taqeta gotûbêjê dikişînin û mecbûr dimînin bi karên ku bi dest dixin razî bin, ev jinan, li bazara xebatkeriyê de di nav cihê herî bêavantaj de dimînin.[14]

Li ser windakirinên bizorî, bêwarkirina mecbûrî, bêyî ku mêr bimire jî, bi rêya jihevqetandina jiyanên civakî û aborî ên malbatê barekî giran li jinan bar dike. Bo nimûne, gelek malbatên ku hilberiyên xwe li gundan çêdikin, dema barî bajarên mezintir dikin debarên xwe winda dikin.

Ev rewş, bi jiyana gundan ve, ku gelek jin bi awayeki erênî qalê dikin, li hev nayê.[15] Çağlayan û hevkarên wî îzah dikin ku, herçi li gund şertûmercên aborî kêm bûn jî, jiyana wan li ser têraxwebûnê ava dibû û ji aliyê torên deverî ên hevgirtinê, ku ji cîran û merivan pêk dihat, ve piştevanî lê dihate kirin.[16] Ew, not jî dikin ku bêwarkirina mecbûrî, ne ku tenê firsendên dahatê ji holê radike, lê di heman demê de bandorê li rehendên zimannasîkî, çandî, demkî û mekanî ên jiyana civakî dike.[17]

Di nakokiya Kurd de, tecrubeyên zayendîkirî ên destdirêjiyên tekildarî nakokiyê li ser mafên mirovî, belavkirina piştevaniya civakî a di dûmahiya destdirêjiyê de jî tên dîtin. Bo nimûne, herçi mêr jî bi giranî di bin bandora destdirêjiyê de mabin jî, dînamîkên civakî li hêla wan in. Mêr piştê hev digirin û zûtir baş dibin, li aliyê din, jin, bi tiştê ku hatiye serê wan ve dimînin. Wek mînak, heke mêrek ji êşkenceyê xelas dibe, pirr mihtemel e ku civata wî bêje ew bona welêt û şoreşê duçarî êşkenceyê bûye. Berevajiya vê, heman civat dikare jineke ku duçarî êşkenceyê dibe bona ku tevlî kiryarên polîtîk bûye bi xwînsarî tawanbar bike.[18] Piştî ku duçarî tundiya dewletî tên, mêr, wek qehreman tên hizirkirin û barûdoxeke civakî a qedirbilind bi dest dixin. Bo jinan, fikrên qehremanî ên xelasbûn û berxwedana li hember tundiya dewletî xwe bi heman şiklî nade der. Rolên zayendî ên kevneşopî, jinê, ji rolên zêde berbiçav ên di qada xelkî de, ku li mêran hatine barkirin, zêdetir, bi peywirên malbatî ên di qada taybet ve tîne cem hev. Mirovên LGBTI+, ji piştevaniya civakî ji jinan jî kêmtir parê digirin.

Lensên edaleta veguherîner, bi çi awayî dikare alîkariya derbirina aliyên zayendîkirî ên nakokiya Kurd bike?

Zanyarên femînîst bingeha wê yekê danîne ku, derheqê tecrubeyên zayendîkirî de, di navbera heyamên nakokiyê û pişt-nakokiyê de sînorên tûj tunin.[19] Cureyên tundiya rasterast û nerasterast ên li hember jinan û LGBTI+yan, di eslê xwe de di heyamên nakokiyê de berbelav in. Lêbelê, ev tundiya hanê, ji îdeolojî û newekheviyên binyadî ên kevn der tê.[20] Ji ber vê hindê, tundiya zayendîkirî, cudakerî û tundiyên din di heyamên aşitiyê de (jî) didomin, û aşitiya neyînî ji têrê nake ku wan rawestîne, çiku aşitiya neyînî, tenê tê wateya dawiya tundiya rasterast.[21][22] Ev fehma ku dibêje tundiya zayendîkirî ne tenê aîdê nakokiyê ye, di navenda bangewaziyên ku bona çavdêriyên zirarên zayendî û hizra hewcedariyên taybeta zayendê li edaleta veguherîner tên kirin de cih digire.[23] Ev yek, bona nakokiya Kurd jî pêwendîdar e. Wek mînak, lêgerîna Fidan û Göçer nîşan dike ku mirovên LGBTI+ ên li herêma Kurd dijîn, goreyî heyamên aşitiyê zêdetir rastî cudakeriyê tên û gehiştina wan bo edaletê tê astengkirin.[24] Lêbelê Ew, wê jî derdixin pêş ku tawandarkirin, marjînalîzekirin û tundiyên li ser mafan ên ku di heyamên nakokiyê de li hember nasnavên LGBTI+ diqewimin, hebûna xwe bi pirranî ji rejîmeke zayendî a heteronormatîv, ku ji mêj ve heye, distîne. Cudakeriya li hember LGBTI+yan, di hebûna aşitiya neyînî de jî didome, ku ev îşareta xwezaya wê a binyadî dike. Bi ser de, li pirraniya welatên nakok, stembarên nakokiyê li ser rêgihaneke etnîsîte, zayend û çîna civakî de bo demên dirêj bi awayekî sîstematîk tên marjînalîzekirin.[25] Di nakokiya Kurd de jî rêgihana etnîsîte û zayendê, stembarkirina têkildarî nakokiyê zêdetir û mezintir dike.

Weku berê jî hate ravekirin, wek encameke nakokiya Kurd, mirovên LGBTI+ û jin, di derbareyê mafên aborî, civakî û çandî de rastî tundiyên demdirêj tên. Altekin dupat dike ku jin û LGBTI+yên Kurd duçarî tundiya zayendî, homofobiya, transfobiya, zayendperestî, xizanî û heteronormatîvîteyê dibin, ku di heman demê bi cudakeriya etnîkî, nijadperestî û tawandarkirinê ve rûbirû dimînin.[26] Tundiya binyadî, bêedaletiya civakî û destdirêjiya li ser mafan, bandorê li jiyana herroj a jinan û LGBTI+yan dike, û li aliyê din ve, evan, bi sedemên bingehîn ên nakokiyê ve pevgirêdayî ne.[27] Ji ber vê, bi lêanîna boçûneke veguherîner bo edaleta guhêzî, sedemên bingehîn ên nakokiya Kurd dikarin bi awayekî bê behskirin ku têkiliyên hêzî ên zayendî bên berhengarîkirin. Nexasim, heke ev boçûn bi stratejiyeke berfirehtir ve were cem hev da ku li hember newekheviya zayendî têbokişe, encamên demdirêj ên nakokiyê ên li ser jinan û LGBTI+yan jî dê mihtemelen bên cebirandin. Bona vê armancê, di dahatûyê de li Tirkiyeyê pêvajoyeke guhêzî û/an veguherîner, divê têkoşîna li dijî têkiliyên hêzî ên zayendîkirî wek peywireke sereke hilbijêre û raçav bike ka ew çawa bi destdirêjiyên têkildarî nakokiyê ên civakî, polîtîk, aborî û çandî ve hatiye ser hev.

Rêyeke din ku edaleta veguherîner dikare alîkarê derbirina aliyên zayendîkirî ên nakokiya Kurd bibe, bi rêya navendkirina pêşkariya stembaranan e. Di hevgirêkên guhêzî de, pêşkarî, xwediyê taybetiyeke girîng e, lewre stembarên nakokiyê, bi pirranî, gelek beriya destpêka tundiya rasterast tên marjînalîzekirin û ji erka polîtîk tên dûrxistin. Dupatkirina pêşkariya stembaran, bo berhengariya li hember têkiliyên hêzî şiyanekê dihewîne, ku ew têkilî, siftê nakokiyê gengaz dikin û di dûmahiya nakokiyê de jî meyla dewama hebûna xwe dikin. Ji ber vê ye ku, veguherîneke bingehîn a nakokiyê, encax û encax dema ku ev têkiliyên hêzî tên naskirin û berhengarîkirin gengaz dibe.[28] Bêyî nasîna vê, dibe ku komên elît, bo berjewendiyên stembaran bastûrên edaleta guhêzî belî bikin û bînin cih û di heyamên guhêzî de heman astegeriyên hêzî ji nû ve ava bikin.

Hilbijartina ajendayeke edaleta veguherîner, li aliyê din ve dikare dabîn bike ku daxwazên tekanê û têvel ên edaletê ên kesên ku ji nakokiyê bandora zêdetirîn girtine wê pêvajoyên edaletê agahdar bikin. Wek Evans dibêje:

Şertûmercên pêdivî bo edaleta veguherîner, dibe wek di çêkirina ajendaya polîtîka û kirdarîyê de daxîlkirina hemû civatên bandorlêbûyî (ne tenê elîtan), rawestineke li ser derbirina şertûmercên aborî, girîngîdayîna guherînên civakî ên demdirêj û baldayîna rehên dîrokî û binyadî ên beêdaletiyên hemdem bên dîtin.[29]

Bo birêvebirina veguherîna binyadî û civakî a demdirêj, divê jin û LGBTI+ di hemû gavên pêvajoyên aşitîçêkirinê û edaleta guhêzî de bibin aktorên navendî, dirûvdan û pêkanîn jî tê de. Di van pêvajoyan de beşdariya watedar a komên çalakger, stembar û vemayiyên birêkûpêk û parastvanên mafên mirovî, dê bê wê wateyê ku hewcedarî û daxwazên edaletê ên jinan û LGBTI+yan dê polîtîkayê û kirdariyê agahdar bike. Li Tirkiyeyê, rêxistinên jinan û ên LGBTI+yan, di karûbarên li ser aşitiyê de xwedî tecrubeyeke dewlemend in.[30] Ew dikarin, bi danîna ajendaya xwe pêşiya edaleta guhêzî û nîqaş û kirdariyên aşitiyê, li Tirkiyeyê, nexasim di derheqê nakokiya Kurd de, bibin hêza birêveber a veguherînê jî.



[1] Çiçek, C. (2022) Toplumsal Cinsiyet: Sivil Toplumun Barış Çalışmalarında Sınır-Aşan Ortaklıklar, Off University Blog Series.

[2] De Greiff, P. (2012) Theorizing transitional justice. Nomos, 51, 31-77. 

[3] Nagy, R. (2008) Transitional justice as global project: Critical reflections. Third World Quarterly. 29(2), 275-289.

[4] Lawther, C. and Moffett, L. (2017) Introduction. In: Lawther, C., Moffett, L. and Jacobs, D. eds. Research handbook on transitional justice. Cheltenham: Edward Elgar Publishing, 1-17.

[5] Gready, P. and Robin, S. (2014) From transitional to transformative justice: A new agenda for practice. International Journal of Transitional Justice, 8(3), 339–361., Evans, M. (2016) Structural violence, socioeconomic rights, and transformative justice. Journal of Human Rights, 15(1), 1–20., McAuliffe, P. (2017) Transformative transitional justice and the malleability of post-conflict states. Cheltenham: Edward Elgar Publishing.

[6] Supra n. 9, Lambourne, W. (2011) Transformative justice and peacebuilding: A psychological perspective. Paper presented at “Transformative Justice: Global Perspectives” Worldwide Universities Network International Conference, University of Leeds, Leeds.

[7] Chandler, D.  (2011) The liberal peace: Statebuilding, democracy and local ownership, In: Tadjbakhsh, S. ed. Rethinking the liberal peace: External models and local alternatives. Abingdon: Routledge, 77-88., Sharp, D. N. (2013) Beyond the post-conflict checklist: Linking peacebuilding and transitional justice through the lens of critique. Chicago Journal of International Law, 14(1), 165-196., McEvoy, K., and McConnachie, K. (2013) Victims and transitional justice: Voice, agency and blame. Social & Legal Studies, 22(4), 489–513.

[8] Gready, P. and Robin, S. (2014) From transitional to transformative justice: A new Agenda for practice. International Journal of Transitional Justice, 8(3), 339–361.

[9] Davidovic, M. (2018) Mother-activism before the European Court of Human Rights: Gender sensitivity towards Kurdish mothers and wives in enforced disappearance cases. Kurdish Studies, 6(1), 133-153.

[10] Bozkurt, H. and Kaya, Ö. (2014) Holding up the photograph: Experiences of the women whose husbands were forcibly disappeared. Istanbul: Truth Justice Memory Centre.

[11] Göksel, N. (2018) Losing the one, caring for the all: The activism of the peace mothers in Turkey. Social Sciences, 7(10), 1-20, p. 7

[12] Supra n. 12

[13] Gökalp, D. (2010) A gendered analysis of violence, justice and citizenship: Kurdish women facing war and displacement in Turkey. Women's Studies International Forum, 33(6), 561–569, p. 564

[14] Supra n. 13

[15] Çağlayan, H., Özar, Ş. and Doğan Tepe, A. (2011) Ne değişti? Kürt kadınların zorunlu göç deneyimi. Ankara: Ayizi.  

[16] Supra n. 18

[17] It is worth noting that women in some cases acquire new power in their households and communities in these processes. For instance, Gökalp (2010) explains that the female-headed households formed as an outcome of the conflict enabled some women to challenge the traditional gender roles in the family and community, and undertake new roles to generate income, which ultimately empowered them. See supra n. 16.

[18] Alici, N. (2022) Imagining Transitional Justice in the Ongoing Kurdish Conflict: A Victim-Centred Analysis, Thesis (PhD), Ulster University.

[19] Cockburn, C. (2004) The Continuum of Violence: A Gender Perspective of War and Peace, Sites of Violence: Gender and Conflict Zones. In: Giles W. and Hyndman, J. eds., Sites of Violence. Berkeley: University of California Press, 24-44.

[20] Boesten, J. and Wilding, P. (2015) Transformative gender justice: setting an agenda. Women's Studies International Forum, 51, 75-80.

[21] Yadav, P. & Horn, D. M. (2021) Continuums of Violence: Feminist peace research and gender-based violence, In: ed. Väyrynen, T. Parashar, S., Féron, É. & Confortini, C. C. eds., Routledge Handbook of Feminist Peace Research, Routledge: Abingdo, 105-114.

[22] For a detailed analysis of continuum of violence and how it plays out in the Kurdish region, see: Bor., G, Dasli, G., and Alici, N. (2021) From Converging Roads to Narrowing Grounds: The Struggle for Peace by LGBTI+ and Women’s Organizations in Turkey. Available at: https://demos.org.tr/wp-content/uploads/2022/05/from-converging-roads-to-narrowing-groun.pdf [Accessed 10 July 2022]

[23] Supra n. 28

[24] Fidan and Göçer, 2022, Yakın Geçmişten Olası Geleceğe Barışı Yeşertmek: 2013-2018 Yılları Arasında Diyarbakır’da Yaşayan LGBTİ+’lar. Available at: https://turkey.fes.de/fileadmin/user_upload/pdf-files/2022/keskesor-bakad-barisi-yesertmek.pdf [Accessed 16 July 2022]

[25] Robins, S. (2017) Failing Victims? The limits of transitional justice in addressing the needs of victims of violations. Human Rights and International Legal Discourse, 11 (1), 41-58.

[26] Altekin, O. (2022) Kürt LGBTİ+’lar, yoksulluk ve barışın olanakları. Available at: https://demos.org.tr/kurt-lgbtilar-yoksulluk-ve-barisin-olanaklari/ [Accessed 15 July 2022]

[27] Supra n. 32

[28] Parlevliet, M. (2010) Rethinking conflict transformation from a human rights perspective. Berghof Handbook Dialogue Series No. 11

[29] Evans, M. (2018) Transformative justice: Remedying human rights violations beyond transition. Abingdon: Routledge., p. 41

[30] Supra n. 27




 




*Finanziert von der Rosa-Luxemburg-Stiftung mit Mitteln des Bundesministerium für wirtschaftliche Zusammenarbeit und Entwicklung der Bundesrepublik Deutschland. Diese Veröffentlichung kann von anderen kostenlos genutzt werden, solange auf die originale Publikation verwiesen wird. Der Inhalt dieser Veröffentlichung ist die Verantwortung von Off-University.Organisation für den Frieden e.V. und gibt nicht notwendigerweise eine Position von RLS wieder.