BLOG

Zayenda Civakî: Di Xebatên Aşitiyê de Hevkariyên Civaka Sivîl ên Sînoran Derbas Dikin

*Diese Seite existiert nur auf Kurmancî *

Zayenda Civakî: Di Xebatên Aşitiyê de Hevkariyên Civaka Sivîl ên Sînoran Derbas Dikin

Cuma ÇİÇEK

Werger: Hüseyin Botan

Ez bawer nakim ku jin li gorî afirandinê an jî di reseniya xwe de ji mêran pirtir aştîxwaz in. Lê, ez bawer im ku di cihana me ya îroyîn de jin desthilatê cudatir tecrûbe dikin. Di gelek qadên jiyana xwe de, tevî ku jin di pozîsyonên kêmtir de ne jî neçar dimînin ji bo guherînê li hemberî aktorên mezin û bihêztir bi awayekî nepenî di mijara zextê de piranî hostatir in. Têgeha ‘manîpûlatif’ ya piranî ji bo biçûkxistina jinan tê bikaranîn, ji bo jin bigihijin armancên xwe şûna rasterast bikevin nav pevçûnan, ev amaje pê dike ku neçar mane rêyên din bibînin.  Dîtina alternatîvên ji bo pevçûnên rasterast, cewhera berxwedana bêtûndî ye.   

Xwediyê van gotinên li jor çêkerê dokumentar-fîlman J. Bacha ye. Ev gotin ji axaftineke wî ya TED’ê[i] ye ku mijar li ser berxwedana jinên gundî yên filîstînî ye, ew diyar dike ku şert û mercên binyadî di têkoşîna jinan a aşitiyê de kapasîte û jêhatîbûna wan zêdetir dike. Ev analîza ku Bacha kiriye di bingeha xwe de ji bo hemû aliyên bêhêz yên di têkiliyên civakî de derbasdar e.  Ev têkiliyên newekhev[ii] ji hêla J. Galtung ve ku ew bixwe bi xebatên xwe yên li ser aşitiyê tê nasîn, wekî ‘tûndiya binyadî’ hatiye binavkirin, ev aliyê bêhêz fêr dike ku xwe ji pevçûna rasterast dûr bixe. Ji ber ku di rewşa pevçûnên rasterast de têkiliyên hêzê yên newekhev gelek caran aliyê lawaz ber bi têkçûnê ve dibe. Li ser meseleyê, tûndiya binyadî, ji bo ku rêyên nû ji aliyên lawaz ên nakokiyên civakî re bibîne, alternatîvan ava bike, ew jêhatîbûnên nû yên wekî bikaranîna gelek amûr û rêbazan peyda dike.

            Seferberiya civakî ya ku tûndiyê nahewîne di bingeha xwe de bi giranî behsa aktorên civaka sivîl ên di xebata avakirina aşitiyê de dike. Wekî ku Bacha bi bîr tîne, di xebatên aşitiyê de potansiyela çalakiyên civaka sivîl nayên paşguhkirin ku di navenda wan de jin û zayenda civakî heye. Ev nivîs potansiyela zayenda civakî ya sînoran derbas dike, aktorên civaka sivîl yên li Tirkiyê û xebatên wan yên ber bi avakirina aşitiyê ve dinirxîne.

Şumûla Avakirina Aşitiyê

Ji bo nirxandina vê potansiyelê pêwîst e ku ewilkî behsa şumûla avakirina aşitiyê bê kirin. Em li vir sînorên nivîsê berçav bigirin, lewma em ê tenê behsa du kesan bikin ku di xebatên aşitiyê de xwedî cihêkî girîng in. J. P. Lederach, di berhema xwe ya bi navê  Building Peace:  Sustainable Reconciliation in Divided Societies[iii] de dibêje ku heke pêvajoyeke berfireh nebe meriv nikare encamê ji hewldanên aşitiyê yên civakî werbigire. Di cihana piştî şerê sar de pevçûnên derketî holê piranî li ser bingeha nasnameyê ya di hûndirê-dewletî de ne. Li van welatên ku ji hêla sosyo-aborî û sosyo-polîtik ve di nav çerxa pergala global de bi pirsgirêkên wekî xizanî, paşdemayî, newekhevî ve mijûl dibin, pevçûnên bi vî rengî him li ser rastekên tîkane him jî li ser ên berwar dubendiyên kûr çêdikin.[iv] Pêdiviya çareserkirina pevçûnên bi vî rengî, bi avakirina binesaziyekê heye ku li ser hîmê lihevkirinê xwedî perspektîfeke demdirêj be. Ev xebatên binesaziyê yên ku tebeqeyên cuda yên civakî di nav xwe de dihewîne,  divê ji aliyekî ve çavkaniyên ihevkirinê di nava civakê de xurt bike,  ji aliyê din ve bandorên derveyî jî maksimîze bike. Di vê wateyê de, “avakirina mala aşitiyê” li gorî Lederach, hewcedarî binyateke pir çalak û pir aktor heye ku armanc bidestxistin û domandina lihevkirinê ye.[v]

Wekî Lederach, J. Galtung jî bi têgehên xwe yên bi pêşxistî, pêşniyarê me dike, divê em aşitiyê weke guherîneke civakî bifikirin ku di nav xwe de pirhilî û pir aktoriyê dihewîne. Galtung nêrîna xwe ya ku wek  “veguherandina bi derbaskirina pevçûnan” bi nav dike li ser şeş hêmanan ava dike: (1) çanda aşitiyê, (2) binyata aşitiyê, (3) navbeynkarî, (4) avakirina aşitiyê, (5) dij-tûndî, (6) başbûn.[vi] Di rewşa pêkhatina van hêmanan de, şeş peywirên bingehîn ên xebatên aşitiyê dikarin pêk bên. Ji van sê îşaretî bi “aşitiya neyînî” dikin: (1) nebûna tûndiyê ya ji hêla aliyên leşkerî an jî hêla aktorên din ve tê bikaranîn; (2) nebûna tûndiya binyadî ya ji ber pêkhateyên aborî, polîtîk an jî çandî ku bandorê li ser girseyên mezin dikin û (3) herî dawî nebûna tûndiya çandî ku her du cureyên tûndiyê meşrû dike. Her sê peywirên ku mayîn jî ji bêtûndîtiyê wêdetir “aşitiya erênî” îfade dikin: aşitiya rasterast, binyadî û çandî. Aşitiya rasterast şûna tûndiyê tê wateya pevguherîna xizmet û qenciyên beramberî hevdû. Aşitiya binyadî pêwîstiyê avakirina bingehên domdar yên wek mutakabiliyet/hevdengî, mafên wekhev, feyde û aboriyeke adil a li ser hîmên rûmetê û di bin banê rejîmeke polîtîk a adil de tîne. Herî dawî, aşitiya çandî jî di jiyana civakî de pejirandin û belavkirina aşitiya rasterast û binyadî wek pîvan û nirxan îfade dike.[vii]

Bi kurtasî, beravajî baweriya giştî çareseriya pevçûnan û avakirina aşitiyê meriv nikare bîne ser rawestandin an jî dawîkirina pevçûnên çekdarî. Bêguman ji bo pirsgirêka ku qala wê tê kirin çareseriyeke demkurt û hêsan tune ye, ji bo veguherîneke civakî ya pir tevlîhev û demdirêj hewcedarî bi plansazî û armancgirtinê heye. Meriv veguherîna pevçûnan û avakirina aşitiyê; ne rasterast dikare li gorî çalakiyên aliyên nakok bigire dest ne jî tenê bi kiryarên aktorên siyasî pêkan dibe. Ev him ji jêr ber bi jor ve him jî ji jor ber bi jêr ve mobîlîzasyoneke civakî ya pirhêlî, pir tebeqeyî û pir aktorî pêkan dibe. Di vê mobîlîzasyona pirhêlî de aktorên civaka sivîl ji bo çareserkirina pevçûnan û veguherîna civakê dikarin bibin xwedî roleke mezin.

Civaka Sivîl û Avakirina Aşitiyê

Di avakirina aşitiyê de li ser rolên şênber ên saziyên civaka sivîl (SCS) gelek xebat hene.[viii] Bi vê ve girêdayî, em li vir dikarin du nêrînan bidin ku yek li ser ceribînên ji qadê ye û ya din jî li ser teoriya mijarê ye. C. Bell û C. O’Rourke 441 belgeyên peymanên aşitiyê yên weke encama 73 muzakereyên di navbera salên 1990 û 2007an de ji 102 pevçûnên ji parzemînên cuda yên weke Afganîstan, Angola, Bosna-Hersek, Bangladeş, Kamboçya, Tîmura Rojhilat, El Salvador, Gûrcistan, Endonezya, Iraq, Îsraîl-Filîstîn, Kosova û Nepal di çarçoveya civaka sivîl û demokrasiya beşdar de lê kolan, ew diyar dikin di encama van nivîsan de çar fonksiyonên civaka sivîl derdikevin pêş: (1) alîkariya mirovî, (2) şopandina peymanê, (3) rewakirin, destekkirin, belavkirin û (4) rêvebirina serdema muweqatê û pêşvebirina sazîbûnê.[ix] (Lbn.:Grafîk 1)

            Di mînakên wek  Sierra Leone, Bosna-Hersek ve Guatemala, Angola, El Salvador, Filîpîn de bang li saziyên civaka sivîl hat kirin ku alîkariya mirovî bigihînin kesên di  pêvajoya pevçûnan de zirar dîtin û koçber bûn. Di weqayênwek Hirvatistan, Sierra Lieone, Lîberya, Filipîn, Srî Lanka û  Afrîkaya Başûr de ji bo çavdêriya  binpêkirinên mafên mirovan û di tespîtkirina wan de, di şopandina sepandina peymanên aşitiyê de hinek rolên cuda dan aktorên civaka sivîl.  Wek di weqayên Kolombiya û Somaliyê de tê dîtin jî di hinek mînakan de civaka sivîl ji bo rewakirina pêvajoya aşitiyê û di pêşkêşkirina piştgiriya civakî de rol girt ser xwe. Di weqayên wek Endonezya, Burundî, Sudan, Afganîstan, Tacîkîstan û Kosova de jî ji bo dawîkirina pevçûnan û avakirina aşitiyê, demokratîkbûn û veguherîna binyada îdarî kire nava xwe. Di van weqayan de aktorên civaka sivîl di qadên wekî ji bo amadekirina qanûna bingehîn a nû, azadiya rêxistinbûn û derbirînê de ji bo pêkanîna veguherîna sazûmaniyê cihê xwe girtin.[x]

          Grafîk 1: Rolên Civaka Sivîl ên di Pêvajoyên Aşitiyê de (1990-2007)

Çavkanî: Bell, Christine & O’Rourke, Catherine, “The People’s Peace? Peace Agreements, Civil Society, and Participatory Democracy,” International Political Science Review, 28:3 (2007), ss. 293-324.

          Grafîk 2: Çarçoveyeke Teorîk di Derheqê Rolên Avakirina Aşitiyê ya Civaka Sivîl de

 Çavkanî: Paffenholz, Thania (Ed.) Civil Society and Peacebuilding: A Critical Assessment, Boulder, Lynne Rienner Publishers, 2010.

Ya duyem, em dikarin behsa çarçoveyeke teorîk a berbiçav li ser fonksiyonên civaka sivîl ên çareseriya pevçûnê û di avakirina aşitiya civakî de bikin. Di lêkolîneke li 11 welatan[xi]  de ku pêşengtiya wê T. Paffenholz û C. Spurk kir, di çarçoveya nîqaşên demokrasî, pêşketin û avakirina aşitiyê de binê heft fonksiyonên civaka sivîl hate xêzkirin. Ev heft fonksiyon wiha ne: (1) parastina (hemwelatiyan), (2) şopandin (3) parêzvanî û ragihandina gelemperî, (4) civakîbûna di hûndirê-komê de, (5) hevgirtina civakî, (6) hêsanîkirin û (7) pêşkêşkirina xizmetê (Lbn.: Grafîk 2).[xii] Li gorî encamên lêkolînê, li gor peywendê, ango bi dem, cîh û aktoran dibe ku erkên civaka sivîl ji hev cuda bibin. Li ser vî esasî girîngiya analîza babetê tê pêşkeşkirin; divê hemû aktorên civaka sivîl ên berê wan avakirina aşitiyê bên destekkirin û çalakiyên fonksiyonan ên di avakirina aşitiyê de bi awayekî sistematîk bên sazkirin.[xiii]

Zayenda Civakî û Avakirina Aşitiyê

Ceribînên çareserkirina pevçûnan ên di dem û warên cuda de di qada civaka sivîl de pêk hatin,  girîngiya avakirina aşitiyê ji hêla mobîlîzasyonên zayendîparêz ve nîşan didin.[xiv] Wek mînak, pevçûnên li Kolombiyayê ku zêdetirî 50 salî domiyan, civaka sivîl di pêvajoya aşitiya ya 2010-2018an de alîkariyeke girîng kir.[xv] Rêxistinên jinan, pirsgirêka zayenda civakî wek xaleke sereke ya rojeva pêvajoya aşitiyê dest nîşan kirin û hevpeymaneke aşitiyê di hêla zayenda civakî de hestiyar dan ava kirin. Di nav muzakereyên yekemîn de tu jinan cih nedigirt. Lê belê, bi hewldanên rêxistinên jinan veguherîneke girîng pêk hat. Hejmara jinan bi demê re him di nav hikûmetê de him jî di nav delegasyona Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê – Artêşa Gel (FARC-EP) de zêde bû û di çarçoveya muzekereyan de jêrekomîsyoneke zayenda civakî hate avakirin. Di nav şeş sernavên sereke yên peymana aşitiyê de 122 tedbîrên li gorî perspektîfa zayenda civakî bi cih kirin. Her wiha, di çarçoveya peymana aşitiyê de rêxistinên jinan dest nîşan kirin ku hinek rêgezên rûbirûbûna paşerojê û avakirina edaletê di aliyê çalakiyên tûndiya zayendî de pêşve birin.[xvi]

Dîsa, li Tirkiyeyê ku aktorên civaka sivîl bi awayekî dîtbar dizanin li Îrlandaya Bakur di pêvajoya aşitiyê de mobîlîzasyona civakî ya jinan alîkariyeke girîng kir. Di qada sivîl de seferberiya jinan tevlîbûna jinan a siyasî zêdetir kir. Him tevlîbûn û nûnertiya jinan di nav partiyên siyasî de zêde bû him jî jinan partiyên xwe ava kirin. Însiyatîfên sivîl ên jinan ji bo aşitî û rawestandina tûndiyê veguherî koalîsyona jinan ku partiyeke jinan bû. Di eslê xwe de koalîsyona jinan – bi gotina  Paffenholz û Spurk – li derdora fonksiyona “hevbendiya civakî ya di aliyê pêvçûnê de hesas/hevgirtina civakî ya nav-koman”[xvii] mobîlîze bû. Koalîsyona jinan a bi hevkariya endamên aliyên dijber ên civaka parçebûyî hat avakirin şûna siyaseta bi “S”ya girde li ser pirsgirêkên rojane yên wekî xizanî, tenduristî, zarok û xwedîkirina kal-pîran siyaseta bi “s”ya hurde kir. Anîna cem hev a jin û zarokên civaka parçebûyî û xebitandina wan a di platformên hevpar de, pêşkêşkirina alîkariya stargehê û tenduristiyê ji bo jinên mexdûrên pevçûnan, bi xizmetên bi vî awayî dîtbariya mexdûrên pevçûnan zêdetir dibe, ev jî aliyê pevçûnan ên mirovî derdixe pêş, pêşîlêgirtina pevçûnan a rasterast, tomarkirina tûndiyê însiyatîfên sivîl pêşengiya van xebatan kirin.

Koalîsyona jinan a du jinan pêşengtiya wê dikir ku yek katolîk a din jî protestan bû, xebat hê di qonaxa damezrandinê de li ser civakeke parçebûyî hatibû şayesandin, li Îrlanda Bakur, alîkariya wê ya herî girîng di pêvajoya aşitiyê de tevlîkirina jinan û dengê jinan a li ser maseya aşitiyê bû. Heta 1990î tenê jinek tevlî pêvajoya muzakerayan dibû, dengê jinan nedihat bihîstin û li pirsgirêkên wan nedihat guhdarkirin, bi tevlîbûna jinan ji komên civakî yên cuda koalîsyona jinan, cûreyeke “qada siayasî ya hevpar” ava kir ku kapasîteyeke wan a her kesî re biaxive hebû û rasterast bi du nûneran tevlî pêvajoyên muzekereyan bûn. Bi van hemû xebatan rê li ber qadên nîqaşan yên li ser pirsgirêkên jinan, bihêzkirina jinan, tevlîkirina muzekereyên  aşitiyê vekir. Tevî pirsgirêkên jinan, koalîsyona jinan, derfet da ku pirsgirêka wekheviyê derveyî cudahiyên olî di çarçoveyeke berfirehtir de were çareserkirin. Wek mînak, rê li ber “perwerdehiya hevbeş” a ku zarokên katolîk û protestan bi hev re bixwînin û pirsgirêka “xaniyên têkel” ji bo ku di nav peymana îna bixêr de cih bigirin, vekir.[xviii]

          Herî dawî, jinan di ceribîna Filîpîn/Bangamoro ku wek pêvajoyeke afirîner û nûjen tê dîtin de[xix] roleke pir girîng lîstin. T. Q. Delesê ku aktîvîstekî civaka sivîl bû û piştre jî li ser navê hikûmeta Filîpînê çavdêriya pêvajoya aşitiyê kir, peymana aşitiyê ku xweseriyeke berfireh dabû herêma Bangsamoroyê bi referandûma di Çileya 2019an de ya li Filîpînê, behsa 5 xalên dawîkirina pevçûnên 40 salan dike: “(1) hebûna aliyên sêyemîn, (2) tevlîbûna gelek mirovan a pêvajoyê, (3) sêwirîna muzakereyên zêdetir, (4) tevlîbûna civaka sivîl û gel, (5) Tevlîbûn û pêşengiya jinan.”[xx]

Li Tirkiyeyê Civaka Sivîl

Em dikarin bibêjin ku li Tirkiyeyê bingeheke li ser hîmê  “dewleta bihêz, civaka sivîl a qels” heye. Wek encama vê bingehê mijarên ne xalî yên wek pevçûna Kurd li aliyekî, hejmara saziyên civaka sivîl ên di qadên maf, hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de jî dixebitin, pir kêm in.

            Wek ku hûrgiliyên wê di grafîka 3yê de jî tên dîtin, piraniya komeleyên ku stûna sereke ya aktorên civaka sivîl pêk tînin (%68,73), ew sazî û dezgeh in ku di warê hevkariya pîşeyî, werzîşî û xizmetên olî de dixebitin. Giştî di nav 121.305 komeleyan de, tenê 1.528 (%1,26) komale li ser bingeha heq û parêzvaniyê dixebitin.

Grafîk 3:  Hejmara Komeleyan li Gorî Qadên Wan ên Xebatê, 2022

Çavkanî: Derneklerin Faaliyet Alanlarına Göre Dağılımı (siviltoplum.gov.tr), dîroka wergirtinê: 22.06.2022.

Tabloyeke bi vî awayî ji bo Weqfan jî derbasdar e. Dema em li dabeşkirinên sektorî ya xebatên nêzî 6000 weqfên li Tirkiyeyê sala 2020an binêrin, bi giştî ji 33.390 xebatan tenê 1.312 (%3,93) bi qadên “hiqûq, mafên mirovan, demokrasî” ve têkildar in.

Grafîk 4: Dabeşkirinên Sektorî  yên Xebatên Weqfan, 2020

Çavkanî: Yeni Vakıflar - T.C. Vakıflar Genel Müdürlüğü (vgm.gov.tr), dîroka wergirtinê: 22.06.2022.

Jibilî vê qelsiya giştî heke em rewşa aktorên civaka sivîl di mijara pirsgirêka kurd de meyzênin, tê dîtin ku  bi gelemperî pozîsyona piraniya van aktoran li kêleka dewlet û desthilatê ne. Di rapora bi navê di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015an de Saziyên Civaka Sivîl  ku li gorî hevdîtinên  bi nûnerên 48 saziyên civaka sivîl û 3 pisporên li bajarên Enqere, Stenbol, Amed û Wanê  hatibû amadekirin de, nûnerekî saziyên civaka sivîl ku xwedî nirxên îslamî û muhafazakar e, rewşê bi kurtasî wiha vedibêje:

“Gava em tên vir ango rojava ... nêrîna li ser Başûrê Rojhilat her tim li gorî nêrîna dewletê bûye.  Angodewletparêz bû.  Rojava ewilkî li dewletê dimeyzêne; ka dewlet çi dibêje, pozîsyona dewletê ya li vir çi ye, li gorî xwe bic ih dike. […] Saziyên civaka sivîl her tim, li Tirkiyeyê di bin kontrolê de ne, di bin çavdêriyekê de ne. Bila, malî ava. Di hêla aboriyê pir baş tê çavdêrîkrin(kontrolkirin). Lêbelê rêxistinên civaka sivîl di hêla siyasî de jî tên kontrolkirin. […] Sazî/ya (Sivîl) her tim bi tiştekê ve ye, bi desthilat û dewletê ve girêdayî ye di mijarên siyasî de. Lê di mijarên civakî û çandî de tam rêxistineke civaka sivîl e.”[xxi]

Saziyên civaka sivîl ên di qadên maf, hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de dixebitin li Tirkiyeyê di nav xebatên civaka sivîl de xwedî cihekê pir sînordar in, di nav van aktorên ku qala wan tê kirin de meyleke xurt a gettobûnê heye. Di nav saziyên civaka sivîl de yên li ser bingeha maf ku li Tirkiyeyê di avakirina aşitiyê de xwedî potansiyeleke girîng in, sê cureyên gettobûnê yên wekî erdnîgarî, siyasî û sektorî hene. Ji hêlekê ve erdnîgariya Kurd wek encameke parçebûna civakî ya ji ber pirsgirêka kurd û ji hêla din ve di navbera rêxistinên sivîl ên aliyên din ên welêt mayîn de dîwarên ku hêsanî nayên derbaskirin hene. Ji hêla din ve jî ji ber hevrikiya siyasî her nêrîna siyasî qada xwe ya sivîl ava kiriye, bêguman di navbera van qadên siyasî de hevkariyeke pir hindik heye. Ya kambaxtir jî ev e ku aktorên civaka sivîl di bin siya sazûmana siyasî de ne, lewma potansiyele wan a veguherîna siyasetê pir kêm e. Herî dawî, aktorên civaka sivîl ên ku di nav gettoyên erdnîgarî û siyasî de dijîn, li taxên xwe di nav gettobûneke sektorî de ne. Saziyên di qadên bingehîn ên wekî jin, zayenda civakî, zarok, xizanî û pêşketinê de xebatên spesîfîk dimeşînin, xwedî kapasîteyeke kêm in ku karibin bi hev re hevkarî û şirîkatiyên berfireh û pirhilî pêk bînin.[xxii] 

Lêgerînên Aşitiyê yên Jinan

Di bingeha xwe de xebatên civaka sivîl ên li ser bingeha mafan di derheqê çareseriya pevçûna kurd de di salên 1990an de dest pê kirin. Ji bo dermankirina birînên pevçûnan di qadên wekî mafên mirovan, koçberî, windayî, girtî û mehkûm/cizakirî azadiya derbirînê de li derdora binpêkirina mafan û li ser bingeha hevgirtina mexdûran piştî salên 2000î însiyatîfên civaka sivîl pirhilî zêde û bihêz bûn. Zêdebûna van saziyan a piştî 2000î bêguman gelek sedemên wê hene, lê taybetî destpêkirina pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) û lêgerînên aşitiyê yên piştî sala 1999ê bandoreke erênî li ser wan kir.

Ev hewldanên di salên 1990î de ji bo ku encamên tûndiyê tomar bikin û piştgiriya ji bo mexdûrên pevçûnan (hiqûqî, tenduristî, derûnî, madî hwd.) dihewandin. Her wiha, wekî di mînaka dayîkên şemiyê de  jî tê dîtin ku bîreke civakî li ser rûyên cuda di pirsgirêka kurd de hate avakirin. Ev hewldanên ku qala wan tê kirin di salên 2000î de li ser erkên cihêreng ên wekî zayenda civakî, kêmkirina xizaniyê û pêşketin, çand û huner, medya û ragihandin, qadên wekî hilberînê, navbeynkarî û hêsanîkirin, ragihandina gelemperî û parêzvanî, belavkirina çanda aşitiyê, ahenga civakî xistin nav xwe û zêde bûn.

Di avakirina aşitiyê de seferberiyên li ser bingeha zayenda civakî di eslê xwe de bi têkiliyên di navbera tevgera jinên kurd (TJK) û tevgerên  cuda yên jinan/feminîstan de dest pê kir. Her çiqas têkiliyên destpêkê sînordar û bi pevçûn be jî di salên 1990an de dest pê kir, taybetî bi salên 2000î re têkiliyên ku gettoyên erdnîgarî û siyasî li pey xwe hiştin, cihê xwe da veguherîneke hevkar.[xxiii] Him ev mîrasa dîrokî ku li ser “têkiliya pevçûn-piştgiriyê”[xxiv] ava bûbû him jî taybetmendiyên resen ên tevgera civaka sivil, mobilîzasyona civaka sivîl a li ser bingeha zayenda civakî, kire yek ji qadên herî girîng -her wiha tevgera mafên mirovan- ya ku xwedî potansiyela derbaskirina sînoran/gettoyan bû ku karibe di xebatên aştîxwaz ên li Tirkiyeyê de derbas bike.[xxv]

Kampanyaya “li hemberî şer, neteweperestî û nîjadperestiyê: destê xwe nede hevala/ê min”[xxvi]  jinên piraniya wan sosyalîst bûn ku di sala 1994an de dan destpêkirin, têkoşîna dayîkên şemiyê ya ji bo xizmên xwe yên di binçavan de  hatin windakirin û bûne qurbaniyên siyasî yên kiryar nediyar li Meydana Galatasaraya Stenbolê ku cara ewil roja şemiyê ya 27ê gulana 1995an hatin cem hev, ev çalakiyên destpêkê bûn ku li ser bingeha hevkariya derbaskirina sînoran bû.[xxvii] Her çiqas dayîkên şemiyê ne hevdîtineke li ser bingeha zayenda civakî be jî daxwaza aşitiyê bi rêya dayîkan gihand civakê, vê çalakiyê taybetî di serî de ji çepgir/sosyalîstan, her wiha ji jinên ne kurd jî piştgirî wergirt.

Platforma Jinan a Daîmî Ji Bo Aşitiyê ya destpêka salên 2000î ava bûyî, Kovara Amargî ya jinên femînîst ên kurd û yên ne kurd anîn cemhev ku di navbera 2006-2016an de weşan kir, her wiha KAMER[xxviii] a ku bi femînîstên rojavayê Tirkiyeyê re hevkariyeke baş ava kirî, Platforma Jinan a Enqereyê ku pêşengtiya jinên ji Tevgera Femînîst a Tirkiyeyê di 2006an de û Însiyatîfa Jinan a ji bo Aşitiyê[xxix] ku sala di 2009an de ava bûyî, Kolektîfa Femînîst Sosyalîst ku di 2008-2015an de aktîf bû û Însiyatîfa Aşitiyê ya LGBTÎ[xxx] ku di 2015an de ava bûyî divê taybetî bên zanîn. Di vê serdemê de bi qasî qadên civaka sivîl ên wekî komele, însiyatîf, kolektîf, kampanya û platforman partiyên siyasî jî bûn mekanên sereke yên pêwendiya aktorên civaka sivîl ên li ser bingeha zayenda civakî.

Î. A. Küçükkırca ya ku li Tirkiyeyê ji bo serdema 2002-2018an têkiliya di navbera tevgerên jinan/femînîstan ên cuda de li derdora têgehên “tifaq” a ku li ser ciyawaziyan û “hevgirtin” a ku li ser şirîkatiya navbera jinan dinirxîne,[xxxi] destnîşan dike ku di navbera TJKê û her pênc tevgerên jinan/tevgera femînîst ên sereke de tevî parçebûn û nakokiyên/rageşiyên di xeta rojhilat/rojava de jî têkilî û diyalog hatiye avakirin. Li gorî encama lêkolînê ya bi hevdîtinên 37 aktîvîstên li Amed, Enqere, Stenbol û Îzmîrê hatî çêkrin re, “femînîstan pirek di navbera komên jinan ên li Tirkiyeyê û Jinên Kurd de ava kir.”[xxxii] Li gorî komên din herî zêde TFT bi TJKê re him ji bo cudahiyên li herêma kurdan têkiliya tifaqê him jî ji bo şirîkatiya bi jinên din re têkiliya hevgirtinê pêş xist, li war/mekan û platformên cuda hevdîtin pêk anîn. Ligel vê, bi Jinên Sosyalîst (JS) û di asteke kêmtir de be jî tevgera LGBTÎQ+ re tenê têkiliya tifaqê pêş xist.  Ji aliyê din ve, bi Jinên Oldar/Jinên Femînîst ên Muhafazakar (JO/JFM) re li ser bingeha tifaqê têkiliyek û diyalogeke sinordar hate danîn. Rastîhevhatinên di navbera TJKê û Jinên Femînîst ên Komarparêz de ku xwedî hêza nûnertiyeke bilind bûn tenê bi kampanyayên destnîşanan yên li ser esasê hevgirtinê ku li derdora pirsgirêkên jinan ên hevpar û di platformên berfireh de bi hevdîtinên nerasteraste re sinordar man. Ev têkiliyên ku veneguherîn tevgereke girseyî, di vê wateyê de nikaribûn hewldanên aşitiyê bikin civakî,[xxxiii] weke ku Küçükkırca jî bal kişandî ser, di demên aşitiyê de zîl didan, lê di demên pevçûn pêşdiketin de diçilmisîn.”[xxxiv]

Tablo 1: Têkiliyên Tevgera Jinên Kurd bi Tevgerên Jinan/Femînîstan  ên li Tirkiyeyê re

Tevger

Hevgirtin

Tifaq

Nakokî/

Rageşî

Mekanên Têkiliyê

TFT

Heye

Heye

Heye

Platform, Kampanya, Komale, Însiyatîf,  Kolektîf, Partî

JS

Tune

Heye

Heye

Partî, Platform, Kampanya, Komale, Însiyatîf,  Kolektîf

Tevgera LGBTİQ+

Tune

Heye

Heye

Platform, Kampanya, Komale, Însiyatîf, Kolektîf

(JO/JFM)

Tune

Heye

Heye

Platform, Kampanya, Komale, Însiyatîf, Kolektîf

JFK

Heye

Tune

Heye

Kampanya, Komale, Platform

Çavkanî: Küçükkırca, İclal Ayşe, İttifak, Dayanışma ve Çelişki Kavramları Işığında Türkiye Kadın/Feminist Hareketler, Diyarbakır: Weşanên Disa, 2018, r. 46.

“Têkiliyên tifaqê” yên di navbera TJKê û tevgerên jinan ên cuda de ku ji şirîkatiya jinan wêdetir ciyawaziyên wan ve têkildariyê îfade dike, dikare weke însiyatîfeke aşitiyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bê nirxandin. Li gel vê her çiqas îro bi piraniya wan di nav Partiya Gel a Komarê (CHPê) de têne temsîlkirin jî  bi komên derveyî JFKê re sînordar bê jî û her çiqas di pêvajoyên çareseriyê de pêş bikevin jî têkiliyên hatîn avakirin, însiyatîfên sivîl ên di qadên zayenda civakî û jinan de  potansiyeleke girîng di avakirina aşitiyê de nîşanî me dide. Bi vê ve têkildar weke ku Paffenholz jî di analîza 11 weqayan de dest nîşan kiribû, civaka sivîl di pêvajoyên aşitiyê de ne diyarker in, tenê xwedî roleke alîkar in.[xxxv] Têkiliyên di pêvajoyên muzakere û diyalogê de zindî dibin û pirên tên avakirin gelemperî di demên pevçûnê de xira dibin. Tabloya li Tirkiyê jî vê rewşê piştrast dike. Li Tirkiyeyê bi salên 2000î re di heyama bêpevçûn a nisbî de hevkarî û bingeha şirîkatiya hewldanên civaka sivîl ên li ser bingeha  zayenda civakî ava bûbûn, lêbelê piştî 2015-2016an bi dawîbûna pêvajoya aşitiyê û rêvebirina rewşa awarte re bi awayekî berbiçav belav bû.[xxxvi] Bi gotina H. Çağlayan “Rêyên bi derziyan hatibûn vekirin, di bin xendek, dorpêç, xirbeyan de man.”[xxxvii]

Di qada civaka sivîl a avakirina şirîkatiya derveyî sînoran de di qada zayenda civakî de ciyawazbûna erênî ya nisbî, meriv dikare bi sê xalên sereke ve girê bide. Ji van a ewilkî, rola krîtik a ku TJK li tevahiya Tirkiyeyê  ber bi qadên siyasî û civakî ve di têkoşîna wekheviya zayenda civakî de lîstiye. TJK a ku di salên 1990an de di nav siyaseta kurd a sereke de derket, bi salên 2000î re însiyatîfên sivîl ên bi şêwazên cuda ku  pirsgirêka kurd wêdetir di nav xwe de dihewand, ev bûn sedem ku dengê Jinên Kurd di nav civaka Kurd û Tirk de bi awayekî baş bê bihîstin û bi heman awayî bûn sedem ku jin veguherin kirdeyeke polîtîk a hevbeş.[xxxviii] Her wiha, veguherîna wê ya girseyî li tevahiya Tirkiyeyê bandor çêkir.

 Digel vê mobîlîzasyona girseyî ya TJKê, bi nûbûnên wekî beşdarbûna jinan a siyasetê di asta herêmî û navendî de, pêşengên jin, kota, hevserokatî bûn rûyên herî xurt ên siyaseta Kurd a navendî ku ji derveyî sînorên xwe li tevahiya Tirkiyeyê biaxive. Li tevahiya Tirkiyeyê qelsbûna di demên destpêkê de û veneguherîna tevgera femînîst wek tevgereke girseyî, tevî vê jî TJKê di salên 2000î de weke tevgereke jinê ya xwedî hêzeke bilind a nûnertiyê bi seferberiyeke girseyî û bibandor tevî pirsgirêka kurd pirsgirêka wekheviya zayenda civakî ber bi qada têkoşîna civakî û siyasî ve bir, ev jî bû sedem ku tevgera femînîst bihêz bibe û vê yekê di qada zayenda civakî de bingeheke şirîkatiyê ya ku derveyî gettoyên erdnîgarî û siyasî ava kir.[xxxix] Taybetî jî piştî koçberiya darê zorê di serî de li Stenbolê, metropolan zêdebûna hêza girseyî û mobîlîzasyona siyasî ya TJKê ji pirsgirêka Kurd wêdetir ji bo dîtbariya têkoşîna li ser bingeha zayenda civakî û jinan bandoreke erênî kir.[xl] Di nav siyaseta Kurd a sereke de veguherîna TJKê ya wek xweser û hêmaneke damezrêner, divê bê zanîn ku ji têkiliya li ser platfôrmên serbixwe bi tevgerên cuda yên jin û femînîst re bandor bû.[xli]

A duyemîn, seferberiya civaka sivîl a li ser bingeha zayenda civakî, li gorî xebatên din ên civaka sivîl qadek e ku bandora dewletê li ser kêmtir û nêzîkatiyên rexneyî li hemberî dewletê zêdetir e. Ev mesafeya li hemberî dewletê, şirîkatiyên derveyî sînoran hêsanî kir û -her çiqas bisînor be jî – pêşî li hinek însiyatîfên avakirina aşitiyê vekir.

Herî dawî, di xebatên civaka sivîl ên li ser bingeha zayenda civakî de li gorî qadên din meriv dikare bibêje ku angajmanên siyasî kêmtir û eqlê rexneyî bi hêztir e. Li Tirkiyeyê ji taxên siyasî yên cuda awayên cuda yên tûndiyê hene ku jin rastî tên û şirîkatiya van, hêza desthilatiya-mêr a di nav her tevgera siyasî de û hebûna hewldanên wekheviya zayenda civakî ya di hûndirê-rexistinê de di mijara qala wê tê kirin de potansiyela wê hey

[i] Têbînî

 Bacha, Julia, “How women wage conflict without violence,” TED: Ideas Worth Spreading, Tebax 2016, https://www.ted.com/talks/julia_bacha_how_women_wage_conflict_without_violence, dîroka wergirtinê: 09.06.2022.

[ii] Têbînî

[iii] Têbînî

[iv] Têbînî

[v] Têbînî

[vi] Têbînî

[vii] Têbînî

[viii] Têbînî

[ix] Têbînî

[x] Têbînî

[xi] Têbînî

[xii] Têbînî

[xiii] Têbînî

[xiv] Têbînî

[xv] Têbînî

[xvi] Têbînî

[xvii] Têbînî

[xviii] Têbînî

[xix] Têbînî

[xx] Têbînî

[xxi] Têbînî

[xxii] Têbînî

[xxiii] Têbînî

[xxiv] Têbînî

[xxv] Têbînî

[xxvi] Têbînî

[xxvii] Têbînî

[xxviii] Têbînî

[xxix] Têbînî

[xxx] Têbînî

[xxxi] Têbînî

[xxxii] Têbînî

[xxxiii] Têbînî

[xxxiv] Têbînî

[xxxv] Têbînî

[xxxvi] Têbînî

[xxxvii] Têbînî

[xxxviii] Têbînî

[xxxix] Têbînî

[xl] Têbînî

[xli] Têbînî

*Finanziert von der Rosa-Luxemburg-Stiftung mit Mitteln des Bundesministerium für wirtschaftliche Zusammenarbeit und Entwicklung der Bundesrepublik Deutschland. Diese Veröffentlichung kann von anderen kostenlos genutzt werden, solange auf die originale Publikation verwiesen wird. Der Inhalt dieser Veröffentlichung ist die Verantwortung von Off-University.Organisation für den Frieden e.V. und gibt nicht notwendigerweise eine Position von RLS wieder.